Li gundewarê Şamê 2 DAIŞ‘î hatin kuştin

Li gundewarên Şamê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 çeteyên DAIŞ‘î de pevçûn derket. Di pevçûnê de herdu DAIŞ‘î hatin kuştin û hejmarek endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh derengiya şevê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, dema endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl dan ku nasnameyên her du DAIŞ‘iyan kontrol bikin, çeteyan gule reşandin û pevçûn derket.

Di encamê de her du çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin û hejmarek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku "Her du gumanbar hewl didan bombeyekê bi cih bikin û êrîşeke terorî li dijî saziyek hikumetê pêk bînin.

Her wiha bombe û teqemenî li cem wan hatin dîtin.

Piştrast bû ku girêdana wan bi rêxistina DAIŞ a terorîst re hene."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye