Deweriyeke Îsraîlê kete Quneytîrayê nêzîkî nuqteya UNDOF’ê

Dewriyeke Îsraîlê ket gundewarê Quneytre û xwe nêzîkî nuqteya UNDOF’ê bi cih kir.

reset font size increase font size

Îro dewriyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li gundewarê Quneytrayê ket nav axa Sûriyeyê û xwe nêzîkî nuqteyeke hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF), bi cih kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li herêmê xaleke kontrolê ya demkî danîne, erebe û wesayîtan teftîş kirin û berî vekişînê nasname kontrol kirine.
Ev ketin di nav tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li gundewarê Quneytrayê de, di nav de avakirina xalên kontrolê, nuqteyên demkî û operasyonên lêgerînê, tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye