Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gihîşt Şamê.
Di dema gihaştinê de, Antonio Guterres wiha li ser hesabê xwe yê fermî li ser X'ê nivîsand:
"Ez nû ji bo serdaneke hevgirtinê gihaştim Şamê.
Neteweyên Yekbûyî di vê kêliya krîtîk de li kêleka Sûriyê ye.
Ez ji civaka navneteweyî jî dixwazim ku piştgiriyê bide gelê Sûriyê."
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, Guterres ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî ve hat pêşwazîkirin.
Li wir, Antonio Guterres û Esed Şeybanî li hev civiyan.
Paşê li koşka Tişrînê, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê, şandeya NY bi Ehmed Şera û Esed Şeybanî re civiyan.
Li ser vê civînê, Serokatiya Komara Sûriyê daxuyaniyek da.
Serokatiyê eşkere kir ku aliyan di civîna xwe de, ji bo zêdekirrina hevkariyê digel hewldanên zû yên ji nû ve avakirinê û rêzgirtina yekîtiya Sûriyê gotûbêj kirin.
Piştî vê, Şandeya NY bi serkêşiya Antonio Guterres bi şandeyek ji serkêşiya Esed Şeybanî û çend berpirs û wezîran li hev civiyan.
Bi bidawîbûna vê civînê, Antonio Guterres û Esed Şeybanî civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Axaftina destpêkê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bû û wiha got:
Antonio Guterres: Golan axa Sûriyê ye em piştgiriya Yekîtiya Sûriyê dikin
"Sûriye vedigere rewşa xwe ya berê û derfetek ji bo veberhênanê pêşkêş dike.
Divê em li wir şert û mercên aramiyê ava bikin û biafirînin.
Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku di hemû waran de bi Sûriyê re hevkariyê bike.
Golanê axa Sûriyê ye û Neteweyên Yekbûyî li kêleka yekparçeyiya xakê, serxwebûn û serweriya Sûriyê radiweste.
Der barê Golan de, divê civaka navneteweyî bibandortir berpirsiyariyên xwe bi rêya Konseya Ewlekariyê bigire ser xwe."
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê karê derve yê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê Esed Şeybanî jî ev axaftin kir:
Esed Şeybanî: Divê Îsraîlê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne
" 3 û nîv milyon Sûrî di yek ji mezintirîn vegera dilxwazî ya cîhanê de vegeriyane welatê xwe.
Me li ser rêbazên zêdekirina hevkariyê bi NY re ji bo xurtkirina hewldanên ji nû ve avakirinê gotûbêj kir.
Binpêkirinên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyê gefê li ewlehiya herêmê dixwin.
Divê Îsraîlê hêzên xwe ji başûrê Sûriyê vekişîne."
Tê payîn ku serdana Guterres, wê çend rojan bidome, her çend NY hîn rojeva xwe ya tevahî aşkera nekiriye.
Serdana dawîn a sekreterê giştî yê NY bo Sûriyê berî Guterres, ji aliyê Ban Ki-Moon ve di sala 2009'an de bû.