Hikumeta Japonyayê di pêngaveke nû de cezayên aborî û sîstematîk ên li ser çend saziyên bingehîn ên Sûriyê betal kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Japonyayê, ev biryar rasterast bandorê li ser sektorên stratejîk ên mîna petrol, bank û ragihandinê dike.
Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku biryara rakirina cezayan, wezaretên sereke yên wekî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir ên Sûriyeyê jî digire nav xwe.
Her wiha, li gorî vê biryarê cemidandina li ser mal û milkên şîrket û saziyên navdar ên mîna Şîrketa Petrolê ya Sûriyê, Saziya Giştî ya Bazirganiya Derve ya Petrol û Berhemên Petrolê, Banka Bazirganiyê ya Sûriyê û şîrketeke mezin a ragihandinê bi tevahî hate rakirin.
Li aliyê din, Tokyo diyar kir ku ev gava hêsankirinê nayê wateya rakirina hemû cezayan, ji ber ku hikumeta Japonyayê biryar daye ku cezayên li dijî 59 kesayetên Sûrî û 18 sazî û dezgehên din hîn jî di meriyetê de bimînin û neyên rakirin.