Xelkê Şedadê rewşa jiyanî ya xerab şermezar kirin

Xelkê bajarokê Etale yê bajarê Şedadê bi xwepêşandanekê rewşa debarê û xizmetguzariyê şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Xelkê bajarokê Etale yê girêdayî bajarê Şedadê yê parêzgeha Hesekê daketin qadan.

Xelkê ev çalakî li dijî rewşa xirab a debarê û xizmetguzariyê li dar xist.

Xwepêşandêran nerazîbûna li dijî bihabûna kelûpelan, bêkarî, rewşa avê, eleketrîk û tenduristiyê nîşan dan.

Şêniyan daxwaza başkirina rewşa xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn kirin.

Xwepêşandêran da zanîn ku heta pêkanîna daxwazên wan ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye