Li gorî çavkaniyên herêmî, dewriyeke Îsraîlî li Geliyê Reqadê yê li gundewarê rojavayê parêzêgeha Derayê, agir bi depoyeke kayê û beşine xaniyekî xist.
Piştî ku dewriya Îsraîlî ji herêmê derket, şêniyan agir vemirand.
Artêşa Îsraîlî gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin
Li gundewarê Quneytîrayê jî hêzên Îsraîlê gelek armanc li herêma Til Krûm û daristana Cebata Xeşebê topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyan, hêzên Îsraîlê sê top avêtin derdora Til Krûmê û du topên din jî avêtin daristana Cebata Xeşebê ya ku dikeve nav "herêma parastî ya xwezayî" ya li bakurê Quneytîrayê.
Çavkaniyan diyar kir ku heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti agahiyên li ser hebûna windahiyên canî tune ne.