Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed der barê mijarên herî dawî yên ku li Şamê hatin nîqaş kirin, ji Kenala Rojava TV re axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku nîqaşa herî sereke di hevdîtinan de, mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bû.
Her wiha Îlham Ehmed got ku "hestên gelê Kurd ên li himber zimanê dayikê ji mafên wan yê herî girîng e.
Têkoşîna herî mezin jî dê di parastina ziman û mafên Kurdan di destûrê de be."
Têkildarî pêvajoya entegrasyonê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve îşaret bi vê yekê kir ku temamkirina wê nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêk çareser bûne.
Heta niha jî nîqaş li ser çend dosyayan berdewam dikin, di nav de entegrasyona Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku heta niha jî neqediya ye.
Ji bo mijara dîlgirtiyên ku hîn di zinadanên Hikûmeta Sûriyê dene, Îlham Ehmed got ku "her tim di nîqaşên me de heye ev mijar û qet nehatiye jibîrkirin.
Xebata li ser vê yekê jî dê di qonaxa pêş de wê bi leztir berdewam bike".
Îlham Ehmed destnîşan kir ku mijara guhertina navê komarê jî di çarçoveya destûrê de wê were nîqaşkirin.
Der barê koçberên Serê Kaniyê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve got ku vegera wan bo malên xwe bi awayekî bi ewle di demek nêz de wê were organîzekirin.
Îlham Ehmed di dawiya axaftinên xwe de tekezî bi vê yekê kir ku her wê pabendî sozên ku dane şehîdan bimînin û wiha got:
"Kurd di qonaxek hesas re derbas dibin ku hewceyê xebata ji bo parastina destkeftiyên ku di salên dawî de bidestxistin e".