Tora Mafên Mirov a Kurdistanê der barê êriîşên Supaya Pasdarên Îranê de ya li ser zozanên Şaho ya li Rojhilatê Kurdistanê agahî parve kirin.
Di rapora belavkirî de, hat diyarkirin ku Pasdarên Îranê di du rojên borî de çekên giran li derdora gundê Delemerzî ya li navçeya Sewlawa bi cih kiriye.
Di heman demê de devera Deşteqelb a li zozanên Şaho ya li parêzgeha Sine bi dijwarî bombebaran kirine.
Zozanên Şaho û Kusalan bi rûbera zêdeyî 57 hezar hektarî ji sala 2009’an ve weke devera parastî ya jîngehê hatine naskirin.
Her wiha di bin çavdêriya Rêxistina Parastina Jîngehê de ye.