Serokê Parlemena Îranê û sermuzaker Mihemed Baqir Qalîbaf di civînekê de li gel rewşenbîrên Îranî behsa rola welatê xwe ya li Libnanê kir. Qalîbaf destnîşan kir ku ew ji sala 1985'an vir ve di nav rûdanên Libnanê de cih digire û heta vê kêliyê jî pêwendiya wî ya rasterast bi leşkerên li ser xeta şer re heye.
Qalîbaf li ser danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re jî da zanîn ku daxwazên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê mûşek, nûklerî û tengavê de nehatine qebûlkirin, bervajî vê yekê Trump di xala yekem a rêkeftina fermî de "Eniya Berxwedanê" û serweriya Libnanê qebûl kiriye.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Libnanê Yûsif Recî di daxuyaniyekê de diyar kir ku Hizbullah di cewherê xwe de Îranî ye û nasnameya wê ji çarçoveya neteweyî derbas dibe. Di heman demê de, Serokê Partiya Hêzên Libnanî Semîr Ceicei anî ziman ku krîza li herêmê bi dawî nabe heta ku rejîma Îranê rûxandin an jî reftarên xwe neguhere.