Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser serhildan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Bi boneya nêzbûna Serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku bi pêşengtiya Jîna Amînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li cîhanê belav bû, Saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Saziyên civaka sivîl û karkeran bang li gelê Îranê kirin ku li dijî mêtingerî, darvekirinê têbikoşin û her waih banga xurtkirina çalakiyên bîranîna salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 16`ê îlona sala 2022'an de Serhildana Jin, Jîyan, Azadî bi pêşengtiya Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.

10 saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi boneya nêzbûna salvegera 4'an a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"4 sal berî niha Jîna Emînî ya xelkê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê li Tehranê bi hinceta nebûna laçika wê hate binçavkirin û ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate qetilkirin

Qetilkirina Jîna bû agireke mezin li ser zilm, cudahî û gendeliyê de barîya.

Xelk daketin qadan û xwepêşandan li dijî hejarî, newekhevî, mêtingerî dengê xwe bilind kirin."

Di berdewamiya daxuyaniya saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ev yek hat gotin:

"Silogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi lez belavî cîhanê bû.

Bû yek ji qonaxên herî girîng a xelkên Rojhilatê Kurdisanê û Îranê ya di dîroka hemdem de.

Komara Îslamî nekarî bi êşkence, zilm û darvekirinê pêşiya civakê bigire.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her çû kete nava hemû rehên jiyanê û li dijî her cûre dîktatorî, kenveperestî û zilmê li ber xwe dide."

Di dawiya daxuyniya saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bang li hemû çalakvan, saziyan hate kirin ku ji bo pîrozkirina salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bîranîna kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane, têbikoşin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye