Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Hêzên Îranê li bajarê Şino welatiyê bi navê Ehmed Hacîpûr û li Dîwandereyê jina 30 salî Donya Veysî bi lêxistin û tundiyê girtin. Li Mehabadê ciwanê bi navê Hîwa Ebdulahî û li Kamyaranê Saadollah Şafîeî (47) piştî çûna daîreya îstîxbaratê hatin girtin û agahî ji wan nayê girtin.
Li aliyê din, Dadweriya Îranê salek cezayê girtîgehê, qedexeya seferê û qedexeya karê hikûmetê li mamoste û çalakvanê sendîkayê yê ji Kerecê Mesûd Ferhîxte birî. Desthilatdarên Îranê heta niha sedema girtinê û cihê ragirtina van welatiyan eşkere nekiriye.