Îranê zext û cezayên li ser girtiyên jin dijwartir kiriye.

Kiryarên dewleta Îranê yên wekî girtin û bidarvekirinê yên li ser jinan,welatiyan û girtiyên siyasî berdewam dike. Her wiha dadweriya dewleta Îranê zext û cezayên li ser girtiyên jin dijwartir kiriye.

reset font size increase font size

Kiryarên dewleta Îranê yên wekî girtin û bidarvekirinê yên li ser jinan,welatiyan û girtiyên siyasî berdewam dike. Ev yek jî bûye sedema fikarên navneteweyî.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA, li ser zêdebûna cezayên giran li dijî jinan û xwepêşanderan, her wiha binpêkirinên mafên mirovan raporek weşand.
Di raporê de navên girtiyan û cezayên wan hat diyarkirin: 
-Arezû Keşûr a xwediya saloneke bedewiyê û dayika zarokekî şîrmij, di xwepêşandanên dawî yên Îranê de hat girtin, li girtîgeha Îsfahanê ye, cezayê 12 sal girtîgehê lê hat birîn.
-Necîme Emînî, ji aliyê dadgeha Meşhedê ve 12 sal û şeş meh û rojek cezayê girtîgehê lê hat sepandin.
-Behayî Serîr Muqen ji aliyê Hêzên Îstîxbarata Îranê ve hat girtin û şandin girtîgeha Dewletabadê.
-Îlham Xeles a Behayî, ji ber ku kefalet jê re nehat dabînkirin, ji bo heman girtîgeha Dewletabadê hat veguhestin.
-Neda Bedexş a 62 salî ku welatiyeke Behayî ye û bi nexweşiya şekir û siatîkê dinale, li girtîgehê ji lênêrîna bijîşkî hatiye bêparkirin.
-Medîne Şehnewazî girtiya siyasî zêdetirî 28 meh in li girtîgeha Kermanê bêyî ku were darizandin tê ragirtin. 
-Erxewan Felahî ya 24 salî, cezayê bidarvekirinê ji aliyê Dadgeha Giştî ya Îranê ve lê hatiye birîn.  
-Leyla Ebolhusnî yek ji girtiyên xwepêşandanên dawî, cezayê darvekirinê lê hatiye sepandin.
Rêxistinên navneteweyî fikarên xwe yên kûr anîne ziman ku hejmara giştî ya bidarvekirinan ji destpêka vê salê ve gihiştiye nêzî 1000 kesî û piraniya belgeyan bi rêya îtirafên bi darê zorê û di bin êşkenceyê de tên girtin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye