Karayilan: Derfeta me çênebû ku em şehadetan di dema xwe de ragihînin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan li ser pêvajo û qonaxa nû ya rêveçûna pirsgirêka Kurd axivî. Murat Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên şer derfeta wan çênebûye ku şehadetan di demê xwe de rabigihînin. Karayilan da zanîn ku wê 520 şehîdên Bakurê Kurdistanê were ragihandin. Her wiha Murat Karayilan dibêje niha divê çareserî li ser zemîna siyasî, qanûnî û demokratîk were domandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan der barê şehadetên ku di demê dawiyê de hatin ragihandin, pêvajoya çereseriya pirsgirêka Kurd û qonaxa gihiştiyê de axifî.

Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ên şer û sedemên ewlehiyê, hin agahiyên şehadetan dereng gihîştiye biryargehê û got ku şehadetên ku hîna ji bo raya giştî nehatine ragihandin, hene.

Karayilan da zanîn ku 520 şehîdên Bakurê Kurdistanê were ragihandin û bilêv kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî di hejmarekî kêmtir de şehîdên ku nehatine ragihandin hene û armanc dikin ku di hefte û mehên pêş de tevahî bi raya giştî re parve bikin.

Karayilan caran yekemîn der barê hejmara şehîdan de daneyên berfireh parve kir û diyar kir ku ji 1976’an heta 2026`an 25 hezar û 922 şehîd hatine qeydkirin û tevî şehadetên nehatine qeydkirin nêzî 27 hezar şehîd hene.

Karayilan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Murat Karayilan der barê Qanûna Çarçoveyê ku di Meclîsê de hatiye pejirandin de jî axivî.

Karayılan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê gaveke nû û girîng e, lê di heman demê de gelek kêmasî û şaşî di hundirê wê de hene.

Li gorî wî, di qanûnê de navê Kurd derbas nebûye û behsa demokrasiyê jî nehatiye kirin.

Her wiha Karayılan rexne kir ku pêvajo tenê wekî mijara çekberdanê û dawîanîna şerê çekdarî hatiye nîşandan.

Karayilan: Çareserî divê li ser zemîna siyaseta demokratîk be

Karayilan destnîşan kir ku ew amade ne ku têkoşînê ji zemîna şer û çekan derxînin û li ser zemîna siyasî û qanûnî bidomînin.

"Me stratejiya têkoşîna çekdarî qedandiye û niha em dixwazin qonaxa siyaseta demokratîk dest pê bike.

Armanca me ew e ku dawî li dijminatiyê bînin û bi Tirkiyê re li ser çareseriya siyasî li hev bikin." 

Karayilan: Rûpelek nû divê were vekirin

Her wiha Murat Karayılan diyar kir ku ew dixwazin rûpelek nû vekin û aştiyeke mayînde ava bikin.

Ji bo vê yekê, kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê divê bêne temamkirin û pêvajo divê li ser bingeha dadmendî û demokrasiyê biçe pêş. 

Karayilan: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê şertê bingehîn e

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan her wiha got ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê şertek bingehîn û bêguman e.

Wî rexne kir ku Qanûna Çarçoveyê kesê ku wî wekî mîmarê pêvajoyê binav dike, di nav xwe de nagire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye