Rojnameya Bild a Almanyayê da zanîn ku Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê statuya penaberiyê ya hin Sûriyên li Almanyayê belat kiriye.
Li gorî rojnameyê, Almanya rewşa ewlehiyê ya li Sûriyê, hejmara kesên ku vedigerin û xetereyên jiyana rojane nirxandine û ev biryar daye.
Her wiha li gorî Nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê, koçberên ji Sûriyê êdî dikarin vegerin Sûriyê.