Di van demên dawiyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên xwe li ser Kubayê zêde kirine.
Li gorî hin agahiyan, Trump behsa “kontrolkirina giravê” jî kiriye û got ku Kuba ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê wekî “gefeke mezin” e.
Der barê vê yekê de Serokê Dewleta Kubayê Miguel Diaz-Canel, li ser platforma medyaya dîjîtalê (X’ê) daxuyanî da.
Serokê Dewleta Kubayê diyar kir ku li dijî êrîşeke gengaz, mafê Kubayê yê xweparastinê heye û wiha got:
“Kubayê bi êrîşên piralî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re rû bi rûyî bi maye,
mafê wê yê rewa ye ku xwe li dijî êrîşeke leşkerî biparêze.
Destwerdaneke gengaz a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wê bibe sedema xwînrijandineke mezin.”
Axios: Kubayê ji bo êrîşkirina baregeha DYA'yê xwe amade dike
Di heman çarçoveyê de jî, Saziya çapemeniyê ya Amerîkayê Axios`ê der barê amadekariyên leşkerî yên Kubayê de, ev agahî parve kirin:
"Kubayê zêdetirî 300 dronên leşkerî kirîne.
Her wiha li ser senaryoyên ku çawa van dronan li nêzî Baregeha Deyaya Guantanamoyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kar bîne, dixebite.
Vê rewşê li Washingtonê fikar çêkirine û rayedarên DYA`yê kapasîteya leşkerî ya Kubayê weke gefeke ku zêde dibe nirxand."
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1962`yan de ambargoyeke li ser Kubayê da dest pê kirin.
Her wiha rêveberiya Washingtonê di meha çileyê de li dijî Kubayê dorpêça petrolê jî berfireh kiribû.
Di destpêka meha gulanê de jî, rêveberiya Trump paketên pêkanînên nû yên li hemberî paytexya Kuba, Havanayê, erê kirin.
Rêveberiya Kubayê jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sûcdar dike ku zemîna destwerdana leşkerî li dijî wê amade dike û destnîşan dike ku ti plana Kubayê ya ji bo êrîşkirina welatên din, tune ye.