Parlementoya Ewropayê: Divê Tirkiyê demildest ji Kibrisê derkeve

Parlamentoya Ewropayê di rapora qebûl kirî de diyar kir ku Tirkiyê di mudaxileya Kibrisê de destdirêjî li jin û zarokên keçik kiriye û xwest Tirkiyê demildest bi temamî ji Kibrisê derbikeve. Tirkiye jî bertek nîşanî biryara parlementoya Ewropayê da û bi tundî şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rapora ku di 8'ê Tîrmehê 1974'an de, bi navê “Bandora Tirkiyê ya li ser jin û zarokên keçik ên dagirkirina Kibrisê

Yekîtiya Ewropayê qebûl kir.

Rapor wiha bû Tirkiyê di 1974'an de li Kibrisê destdirêjî li jin û zarokên keçik ên aliyê Rûm kirine.

Parlementoya Ewropa derbarê Tirkiyê de li ser mijara mudaxileya leşkerî ya Kibrisê destnîşan kir ku Tirkiyê dema di sala 1974'an leşkerên xwe şandiye Kibrisê, destdirêjî li jin û zarokan kirine û da zanîn Tirkiyê bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Perlamentoya Ewropa ji Tirkiyê xwest ku demildst ji Kibrisê leşkerên xwe vekişe û bi temamî derkeve.

Her wiha Perlamentoyê ji ber binpêkirinên mafan yên li dijî jin û zarokan, ji Tirkiyê xwest tezmînatê bide koçberan û mafên wan bide ber çavan.

Tirkiyê li dijî vê yekê bertek nîşan da, ku di sala 1960'an de aliyê Rûmê li giravê darbe pêk aniye, bi darbeyê re hatiye xwestin ku mafê Tirkan ji holê rakin û îdia kir ku ew di çarçoveya valahiya Peymana Temînata 1960'an de koçî Kibrisê kiriye.

Li aliyê din li Giravê Kibrisê di 15'ê Cotmeha 1983'an de bi yekalî “Komara Tirkiyê ya Bakurê Kibrisê” îlan kir.

Li gorî agahiyan derveyî Tirkiyê tu welat vê biryarê qebûl nekirine.

Cîgirê Serkkomar Cevdet Yilmaz ji aliyê rêveberiya Tirk a Kibrisê di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got:

"Tu hukmê biryara Parlementoya Ewropayê nîn e.

Dê ev biryar dê şanaziya Yekîtiya Ewropayê kêm bike."

Cevdet Yilmaz îdia kir ku bêbextî li leşkerên Tirk tê kirin û wiha bi dawî kir:

"Yekitiya Ewropayê, taybetî jî Parlamentoya Ewropayê têkildarî mijara Kibrisê alîgir û nêzîkatiyek nerast raber dike û em ji van helwdanan metirsidar in.

Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye