Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê êrîşeke çekdarî li dijî ekîba Rojava FM hat kirin. Di encama êrîşê de xebatkarekî radyoyê birîndar bû.
Xebatkarê birîndar rakirin nexweşxaneyê, piştî hat emeliyetkirin rewşa wî baş e.
Çekdaran erebeya ekîbê jî dizî û bir cihekî nediyar.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li ser hûrguliyên vê bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.