Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bi pêşengiya jinan, li Kadîfekaleyê starta Newrozê da.
Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel di peyam şandibû de got:
“Divê em xwedî li wesiyeta Rahşan derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zêdetir bixebitin.
Azadiya Birêz Ocalan, wê bibe azadiya hemû zarokên me.”
Pîrozbahî bi dirûşmrya “Azadî û Demokrasî” pêk hat, pankartên “Newroza azadî û demokrasiyê” û “Jina rêxistinkirî jiyana azad hûnandine” li qadê hatin daliqandin.
Agirê newrozê li warê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan hat vêxistin
Ji aliyekî din ve, li qada stasyonê ya navçeya Dep a Xarpête bi dirûşmeya “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin.
Rêveber û nûnerên saziyên demokratîk yên sivîl û gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
Di pîrozbahiya Newrozê de hevşaredarên Depê, endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên bajêr û navçeyan axivîn û xwestin ku Newroz bibe wesîyela “Yekitî” û “Azadiyê”.
Di axaftinan de banga xwedîderketina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK Abdullah Ocalan hate kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî axivî.
Omer Ocalan cejna netewî li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir û ev tişt got:
“Em ê her sal Newroza xwe pîroz bikin û pêşeroja xwe ava bikin.
Hûn dizanin Newroz têkoşîn û berxwedana li dijî Dehaqan e.”
Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê newrozê hat vêxistin
Her wiha li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên bajarê Wanê agirê newrozê hat pêxistin
Agirê Newrozê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” hat pêxistin.
Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay di pîrozbahiyê de axivî û wiha got:
“Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zaliman serî rakir, Kawayê Hemdem li zindanê serî rakir, Rewşenan serî rakir em jî bi heman ruhî Newroza îsal ya Wanê pîroz dikin.”
Newroz li navçeya Ebexê li pêşiya avahiyê Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê hat pîrozkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê DBPa Wanê Veysî Dîlekçî, Endam û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek walatiyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
Newroza Navçeya Bêgiriyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê hat pîrozkirin.
Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di Newroza Bazîdê de axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna Rewşanan, Mazlûman e û niha ev têkoşîn bi Abdullah Ocalan bûye manîfestoya azadiyê.
Li navçeya Bazîdê a Agiriyê Newroza 2026an ku bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.
Di dawiyê de govend hatin gerandin Azad Bedran û hûnermendên herêmî derketin ser dikê.