Li gor Komîteya Amedekar wê ji tevahiya Ewropayê, gel tevlî mîtînga li Kolnê bibe ku wê bi dirûşmeya "Azadî ji Ocalan re" di 8'ê Mijdarê de bê lidarxistin.
Berdevkê Komîteya Bernê Nejdet Atalay bang li gel kir û got, Di nava 40-50 salan de ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên giran hatin dayîn.
Her wiha ev yek jî anî ziman ku divê gel piştgiriyê bide Rêber Apo.
Atalay: Em bi hev re Rêber û welatê xwe azad bikin
Atalay di dawî de wiha got :" Di vê mîtîngê de em ê daxwaza azadiya Kurd û Kurdistanê bikin. Ev deng divê bigihêje çar parçeyên Kurdistanê û girava Îmraliyê. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê mîtîngê bibe û bi hev re rêber û welatê xwe azad bikin."