Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya Hevseroka a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîna gel hate lidarxistin.
Civîn li salona Place des Rosesê hate lidarxistin û bi sedan kes ji Marsîlya û bajarên derdorê beşdarî civînê bûn.
Îlham Ehmed bal kişand ser destketiyên Şoreşa Rojava û yekîtiya neteweyî ya Kurd û diyar kir ku nêrînên cuda dewlemendiyek e û wiha berdewamî da axaftian xwe:
Em li dijî projeyên parçekirinê ne û em girêdayî Peymana 10ê Adarê ne.
Îlham Ehmed: Bi entegrasyonê re jiyana bi hev re mimkun e
Hevseroka a Daîreya Têkiliyên Derve destnîşan kir ku her çend Tirkiye car caran helwestên çêker nîşan bide jî, operasyonên leşkerî aramiyê tehdît dikin û ewlehiya sivîlan dixe metirsiyê.
Îlham Ehmed li hemberî îdiayên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi PKK’ê ve tê girêdan, wiha bersiv da: