Durzî û Kurdan li Parîsê komkujiyên li Siwêdayê protesto kirin

Durzîyan li ber Kuleya Eyfelê bi çalakiyekê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin. Kurd jî bi armanca piştgiriyê tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin Colanî berpirsê van komkujiyan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakvanan destnîşan kirin ku rewakirina serokê HTŞ'ê Colanî ji aliyê Serokkomarê Fransa Macron û dewletên Ewropayê ve, dihêle komkujî li dijî Durzî û Elewiyan pêk bên.

Her wiha tekez kirin ku  HTŞ û komên cîhadîst krîza li Sûriyeyê kûrtir dikin û bêdengiya civaka navneteweyî dihêle komkujî zêdetir bibin.

Çalakvanan bang li dewletên Ewropayê kirin ku komkujiyên li Sûriyeyê rawestînin û sûcdarên şer darizînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye