Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyê Muna El Yûsif, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad Casim, endama Kordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêk tê.
Di civînê de, serkeftin û pêşketinên ku tevgerên jinan pêş xistine, hatin gotubêjkirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya tûra dîplomasî ya şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tê, ku ji 6ˊê Îlonê Li Ewropayê daye destpêkirin û heya niha jî berdewam dike.