Her wiha li wê taxê, ji xizmên ciwanê ku hatibû kuştin, 20 kes ji aliyê hêzên Ewlekariyên yên Hikûmetê ve hatin girtin.
Hêzên Ewlekariyê qedexekirina ku li ser taxa Kampa Neyreb danîbû, vê sibehê rakir.
Rayedarên Şamê dibêjin amanca van operasyonan, girtin û cezakirina bazirganên madeyên hişbir e ku girêdayî rêjîma berê bûn, lê ji ber ku piraniya şêniyên wê taxa Helebê, penaberên Filistînî ne, çavdêrên siyasî dibînin ku dibe girêdana van operasyonan bi peyamana Braham re hebe.
Ev çend car in berpirsên Îsraîlî bi berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re dicivin û amadekariyên imzekirina peymanekê di navbera her du aliyan de tê kirin.