Îraqê ji bo Elî Zeydî peymanek bi hêzên ewlekariyê yên Amerîkî re îmze kir

Malpera Alhurra ya Amerîkî ragihand ku hikûmeta Îraqê ji bo parastina can û rûbirûbûna gefên li ser serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, peyman bi hêzên ewlekariyê yên Amerîkî re îmze kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malperê her wiha bal kişand ser wê yekê jî ku mijar tenê ne parastina serokwezîrê Îraqê ye, di heman demê de perwerdekirina tîma pasewanên wî yên taybet e jî, digel pêşkêşkirina şirketên ewlekariyê yên hûr.

Di heman demê de li herêma Kesk a li Bexdayê sîstema berevaniya asmanî bihêztir kiriye û fermandarên nû jî ji bo Firqeya Taybet û Operasyonên Bexdayê hatine diyarkirin.

Ev yek jî nîşana amadekariyan e ji bo rûbirûbûna wan aliyên ku ji qanûnê derdikevin.

Ev jî jixwe piştî wê yekê tê ku berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand ku dezgehên îstixbaratî yên navxweyî û derveyî, hikûmet ji planeke armanckirina serokwezîr Elî Zeydî agahdar kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye