Barzanî pêşwaziya serokê nû yê Ofîsa Têkiliyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokê nû yê Ofîsa Têkiliyên Yekîtiya Ewropayê, Ştêfan Vênt kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, Nêçîrvan Barzanî ji bo destpêkirina erkê Ştefan Vênt pîroz kir û serkeftin jê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir ji bo hevkarî û hevahengiya berdewam a bi Başûrê Kurdistanê re di warên cûda de.

Di beramber de, Berpirsê nû yê Nivîsgeha Têkiliyên YE kêfxweşiya xwe ya ji bo destpêkirina erkên xwe li Başûrê Kurdistanê anî ziman.

Her wiha tekez kir ku, Yekîtîya Ewropî girîngiyek mezin dide têkilîyên xwe bi Başûrê Kurdistanê û aştî û aramiya wê re.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye