Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya xwendinê dest pê kir

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Îsal wê 713 hezar û 554 xwendekar di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve bên perwerdekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sala xwendinê ya 2025-2026ˋan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekaran îsal 713 hezar û 554 e, ku di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Mamoste, li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn.

Pergala perwerde û fêrkirinê bi 3 zimanên sereke Kurdî, Erebî û Suryanî têne dayîn. Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24