Îlham Ehmed li ser hesaba xwe ya Xê daxuyaniyek belav kir û tê de got.
"Gelê Kurd li Başûr û Rojhilat di qonaxên nazik re derbas dibe"
Îlham Ehmed di peyama xwe de nivîsand û dibêje îro ji ber siyasetên şerxwaz û berjewendîperest, gelê Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxên nazik re derbas dibe.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn çawa ku li hemberî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd û nûnerên wan ên siyasî li çar aliyan bûn xwedî yek dengî û yek helwestî, divê heman hestiyarî ji bo Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî were nîşandan.
Her wiha Îlham Ehmed eşkere kir ku gelê Kurd ti caran nebûye alîgirê şer û wê nebe jî.
Îlham Ehmed: Pêwîste destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nekevin xeterîyê
Îlham Ehmed tekez kir ku divê ti tevger nebe sedema wê yekê ku destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bikevin xeterê.
Di heman demê de Îlham Ehmed xwest ku paşeroja gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî bê misogerkirin.
Îlham Ehmed herî dawî got: "Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî, hevgirtin û yekrêziyê heye."