Lêçûna du rojan ê şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê hate eşkerekirin.
Çavkaniyekê got ku rêveberiya Trump di raporekê de ku ji komîteyên kongreyê re şandîye, eşkere dike ku di du rojên pêşîn ên êrîşên li ser Îranê de cebilxaneya bi nirxa 5.6 milyar dolarî hatiye bikaranîn.
Endamên Kongresê dibêjin dibe ku di demeke nêzîk de neçar bimînin ku fînansmana zêde ji bo şer pesend bikin.
Endamên Kongresê fikarên xwe anîne ziman ku ev şer dikare depoyên leşkerî yên DYA’yê kêm bike, di demekê de ku pîşesaziya parastinê ji xwe di peydakirina daxwazê de zehmetiyan dikişîne.
Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku îna navborî, Trump bi rêveberên heft şîrketên pîşesaziya parastinê re civiya ye.
Li gor Reuters dibêje Rêveberiya Endamê Kongresê nirxandineke giştî ya lêçûna şerê ku di 28`ê Sibatê de bi hevkariya hevalbendê xwe Îsraîlê dest pê kir, nedaye, endamên Demokrat ên Kongresê daxwaza bêtir agahdarî kirine.
Karbidestên rêveberiyê ji bo endamên Kongreyê û karmendên wan çend civînên girtî li dar xistin.
Senatorê Demokrat Chuck Schumer bang li rayedarên rêveberiyê kir ku li ber Kongreyê amade bibin.
Schumer got: "Dema ku dor tê ser şandina leşkerên me bo xetereyê, divê gelê Amerîkî fêm bike çima. Lê niha, ew jî nizanin çima. Divê ev biguhere."
Çend karmendên kongreyê gotin ku ew li bendê ne ku Qesra Spî di demeke nêzîk de daxwazek ji bo fînansmana zêdetir a şer pêşkêşî Kongreyê bike.
Dîsa li gor heman çavkaniyê hin rayedaran gotin ku daxwaz dikare bigihîje 50 milyar dolarî, lê yên din gotin ku ev texmîn kêm xuya dike.