Ajansa Tasnim a Îranê, ragihand ku di 2 peywendiyên telefonî yên cuda di navbera Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û herdu Wezîrên Karên Derve yên Azerbeycan û Tirkiyê de hatine kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Azerbeycanê Ceyhûn Bayramov û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hewldanên dîplomatîk ji bo rawestandina bilez a şer li herêmê kirin.
Her wiha, her sê wezîran li ser mijarên hevbeş nêrînên xwe parve kirin.