Rayedaran, diyar kir ku çekdar ji kampên xwe yên li Girava Dabar Masara li Gola Çadê ketin tevgerê û ji rêyeke dirêj gihîştin baregehê.
Li gorî agahiyan, baregeh hat şewitandin, 8 leşkeran hatin kuştin, 11 wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin û cîhadîstan çekên giran bi xwe re birin.
Li Nîjeryayê, tundiya cîhadîstan ji sala 2009’an û vir ve berdewam dike.
Heta niha zêdetirî 40 hezar kes hatine kuştin û bi qasî 2 mîlyon kes koçber bûne.
Li kaneke nîjeryayê teqînek çêbû, 38 karker mirin
Li aliyekî din jî duh teqîneke gazê li kaneke qurşînê li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê çê bû
Di encamê de 38 karker mirin û nêzîkî 27 birîndar in.