Dawî li şerê Rûsya û Ûkraynayê nayê.
Tevî bang û fişarên navdewletî yê rawestandina vî şerî, Rûsya û Ûkrayna rojane bi dehan dronên hev bêbandor dikin.
Li Moskovayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî, 209 dronên Ûkraynayê li ser axa Rûsyayê anîne xwarê.
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku parastina wê ya hewayî di êrîşeke berfireh a li ser welat de, di şeva 28 hezîranê de 82 dronên Rûsî anîne xwarê.
Di êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê 7 kes hatin kuştn
Her wiha rayedarên herêmî yên Ûkraynî ragihandin ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser bakur, başûr û rojhilatê Ûkraynayê de, herî kêm 4 kes hatine kuştin.
Parêzgarê herêma Zaporizhzhia, Ivan Fedorov, bi postekê li ser Telegramê got ku di êrîşên hewayî yên li ser bajar de kesek hatiye kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku di encamê êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de li ser bajarokê Zmiev, du kes hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Putin: Ti peymaneke îmzekirî li ser bidawîkirina êrîşan tune ye
Li rex van êrîşan, serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştrast kir ku danûstandin der barê Ûkraynayê de didomin û pêşniyarên nû hene.
Vladimir Putin eşkere kir ku heta niha li ser rêbazên bidawîkirina êrîşan ti peymaneke îmzekirî bi dest nexistiye.
Putin: Me li ser gengaziyên ji Bo Bidawîkirina Şerê Li Ûkraynayê Gotûbêj Kir
Her wiha di bersiva pirsên rojnamevanan de, Putin got:
"Kesî tiştek îmze nekir, lê me li ser hin gengaziyan ji bo bidawîanîna pevçûnê li Ûkraynayê gotûbêj kir."
Putin zêde kir ku tawîzên ku di gotûbêj de hatine pêşkêşkirin, heman pêşniyar bûn ku aliyê Amerîkî pêşkêşî Rûsyayê kiribûn.