Wezîrê Pakistanî: Danûstandinên bi efxanistanê re têk çûn

Danûstandinên ji bo agirbestek mayînde di navbera Efxanistan û Pakistanê de, rawestiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanî, dan û standinên di navbera Efxanistan û Pakistanê de yên bi armanca agirbestek mayînde, ku li Tirkiyeyê ev 3 rojan didomiya bê encam ma.

Pakistanê îdîa kir ku Efxanistan ji xala sereke ku pêvajoya diyalogê li ser wî bingehî dest pê kiribû, dûr ketiye.

Ji aliyê din ve jî, berdevkê Wezareta Karên Hundirîn a Efxanistanê Ebdulmetîn Qanî destnîşan kiribû ku eger dan û standin bi bin keve, wê li hember her êrişekê Pakîstanê bersiveke krîtîk were dayîn û ev ê bibe dersek ji bo Pakistanê û yên din.

Her wiha Qanî dabû zanîn ku tu çekên wan ên nukleerî tune ne, lê rexmî vî jî di 20 salên şer de, ne NATO ne jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nekarîbûn Efxanistan têk bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye