Dewleta Tirk derbarê Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd de gavan navêje.
Kongre Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di derbarê mijarê de ji meha Tebax û Îlonê û vir ve bi sedan name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û nûnerên daîmî yên dewletên endam re şandin.
KNKê bang li Komîteya Wezîran kir ku êdî di derbarê dosyaya “mafê hêviyê” de biryarekê bide.
KNK: DMME gerek xala 3`emîn a peymana mafê mirovan bi cih bîne
Sendîka û partiyên Siyasî jî piştgirî dan hewldanên KNK’ê û destnîşan kirin ku Tirkiye li gorî xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevnagere û ya ku dike binpêkirine.
KNK’ê bal kişand ser biryara mafê hêviyê û got:
“Biryar wê yekser bandorê li pêvajoya veguherîna demokratîk a Tirkiyê bike û divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyê bike ji bo biryarên DMME`ê pêk bîne.”
KNK: Rêber APO muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd e
KNK’ê di dirêjahiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de ji bo aştiyê gavên girîng avêtin, biryara bi dawîanîna tekoşîna çekdarî da.
Di dawiya daxuyaniya de KNK`ê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê û got: “Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabê sereke ye û li qada navneteweyî nûnerê naskirî yê gelê Kurd e.