Di dîroka Efxanistanê de, erdhej bîranîneke dijwar e.
Li welat hererdhejeke ku çêdibe bi xwe kareseteke nû tîne.
Mirovên herêmê çîrokên xwe yên bi êş û xem bi hev re parve dikin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di erdheja Efxanistanê de, herî kêm 2 hezar û 206 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 hezar û 640 kesên din jî birîndar bûn.
Her wiha NY eşkere kir ku ji ber heta niha gelek qurbanî hîna di bin kevalan de ne, lewma tê texmînkirin ku hejmar zêdetir bibe.
NY: Erdhejê 5,230 xanî wêran kir
NY destnîşan kir ku 5 hezar û 230 xanî li 49 gundan wêran bûne û 672 xanîyên din jî zirar dîtine.
Ji aliyekî din ve, Seroka Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî li Efxanistanê diyar kir ku ji ber erdhejê bi pileya 6.0 qewimî, bandor li 441 gundan kiriye.
NY: Ji ber erdhejê 500 hezar kes birînndar bûn
Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku erdhejê bandor li 500 hezar kes kiriye ku praniya wan jî zarok in.
Ji ber bandorên erdhejê 90 hezar kes ji cih û warên xwe derketin û bi awayekî demkî li deverên cûda bi cih bûne.
Welatiyan banga lezgîn li rêxistinên Navnetewî kirin ku alîkariyên mirovî û tenduristî ji bo wan pêşkêş bikin.