Li Parêzgeha Aswanê ya Misrê, qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hate diyar kirin ku li ser agahdarine qezayê, hêzeke polîsan, digel ambulansan, yekser gihîştin cihê bûyerê, li wir hate dîtin ku wesayît bi tevahî şewitî ye û 5 cenazeyên şewitî di hundir de ne.
Hêzên polîsan heta qedandina lêpirsînê li dora bûyerê dorpêçek ewlehiyê danîn.
Hate zanîn ku cenaze ji bo morgê hatine veguhestin û Dozgeriya Giştî lêpirsîn daye ser xwe.
Heya niha jî sedama vê qezayê nehatiye eşkere kirin.