Ev dane ji aliyê rêxistina paqijkirina mayînan Halo Trust ve hat eşkerekirin.
Li gorî rêxistinê, li gund, bajarok û deverên çandiniyê hîn jî teqemeniyên xeternak hene.
Ev yek vegera şêniyan li herêmên xwe asteng dike.
Halo Trust got, tîmên wê li Sûriyê ji bo rakirina van bermahiyan dixebitin.
Li rex vê jî, tîmên navneteweyî yên pispor dest bi perwerdekirina karmendên Sûrî û piştgiriya operasyonên rakirina mînan kiriye.
Rêxistinê hişyarî da ku xetera bermahiyên şer bi rawestandina şer bi dawî nabe, ji ber ku mayîn û teqemeniyên neteqiyayî dikarin bi dehên salan bimînin û ji bo sivîlan dibin xeter.