Ji bo ezmûnên xwendekarên Siweydayê xuleke awarte hat dayîn

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ferman da ku xuleke awarte ji bo xwendekarên Siweydayê were vekirin, da ji nû ve ezmûnên perwerdeya seretayî û amadeyî pêşkêş bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê sibehê, Serokê Sûriyê Ehmed Şera fermana 136'an a sala 2026'an îmze kir.

Ev ferman xuleke awarte dide xwendekarên Siweyda yên seretayî û amadeyî da careke din û ji nû ve ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Ev biryar wê li gorî şert û mercên pêşkêşkirina her du barwernameyan be.

Di mersûmê de wiha tê gotin:

"Xwendekarên ji Parêzgeha Suweyda yên beşdarî ezmûnan nebûn, an jî nekarîn hemû madeyan pêşkêş bikin, dê ji bendên vê fermanê sûdê wergirin."

Berî niha, gelek caran xwendekar û xelkên Siweydayê bi xwepêşandanan daxwaza xuleke awarte kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye