Hevserokên nû yên ÎHD`ê hatin hilbijartin

Roja duyemîn a Civîna Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) bi hilbijartinê bi dawî bû. Di encama hilbijartinê de Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn hevserokên nû yên ÎHD`yê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya xwe ya 22'yemîn a Asayî li Eywana Yilmaz Guney a Şeredariya Çankayayê li dar xist. Civîn piştî du rojan ji nîqaş, pêşkêşkirina rapor û pêşnûmayan bi hilbijartina hevserokên nû re bi dawî bû.

Di hilbijartinê de Oya Ersoy û Cihan Aydin bi dengên delegeyan wek hevserokên nû yên ÎHD`ê hatin hilbijartin.

 

"Li Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirinên mafên mirovan kûrtir dibin"

 

Piştî civîna giştî bi daxuyaniyêkî encamnameya kongreyê hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de roleke girîng û mîsyoneke mezin li ser ÎHD’ê hatiye barkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de di derbarê li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan her ku diçe kûrtir dibin tekezî hate kirin.

 

"Biryarên dadgeha mafên mirovan a Ewropayê nayên bicihanîn"

 

Di heman demê de, hate diyarkirin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên bicihanîn û mekanîzmayên parastinê yên neteweyî û navneteweyî ji kar ketine.

Her wiha hate zanîn ku di dozên siyasî de dadkirin û polîtîkeyên cur bi cur ji bo tirsandina civakê didomin.

Di encamnameyê de ji bo heyama nû jî pêşniyar hatin kirin. Li gor encamnamê hin pêşniyarê hatin kirin bi vî rengî ne:

"-Pêşxistina hevgirtin û hevkariya bi rêxistinên demokratîk re.

-Zêdekirina têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezakirinê.

-Meşandina xebatan ji bo kesên ku bi KHK’yan ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe.

-Hişyarkirina dewletê li dijî polîtîkayên ewlehiyê."

Her wiha pêşinyarên ji bo pêşxistina mafê welatîbûna wekhev, gavavêtinên ji bo çareserkirina pirsgirêkên sazûmanî, girîngîdayîna xebatên dîroka devkî û bîrvebirinê  jî hatin kirin.

Weke din ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêş de biçe jî hin pêşniyar hatin kirin. Hinek ji wan bi vî awayî ne:

 

-Bilindkirina hewldanan ji bo saziyên siyasî û demokratîk ji pêvajoya aştiyê re gavan paş ve navêjin.

-Şopandina pêvajoya aştiyê û parastina polîtîkayên ku aştiya civakî xurt dikin.

-Dabînkirina mafên zimanê zikmakî û çandî di destûrê de.

-Rêxistinkirina Zagona TCK, Zagona Înfazê û rêziknameyên têkildar ên ku dibin sedema binpêkirinên mafan li girtîgehan bi awayekî ku li gorî mafên mirovan be.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî hat kirin ku ÎHD bi perspektîfeke xurt, bi biryar û aştiya civakî bi pêş ve diçe, ketiye heyama nû ya têkoşîna mafên mirovan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye