Parlementerê Stenbolê yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş di hilbijartina Serokatiya Meclîsê de di dengdana tûra sêyemîn de bi 329 dengan hat hilbijartin.
Duh li Meclîsa Tirkiyeyê hiljiartina Serokatiya Meclîsê hat lidarxistin. Hilbijartinê de di tûra sêyem de namzetê AKP û MHP’ê parlementerê Stanbolê ya AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş di dengdana tûra sêyemîn de bi 329 dengan hat hilbijartin.
Nûman Kûrtûlmûş piştî hilbijartinê axiftineke berfireh kir. Kûrtûlmûş, taybetî bal kişande ser pêvajoya mûzakereyê û avabûna komîsyonê ev got in: “Em hêvî dikin ku hemû partiyên di meclîsê dê piştgiriyê bidin vê komîsyonê û endamên xwe jê re diyarbikin.”
‘Pirsgirêka Kurd meseleya Tirkiyeyeke demokratîk e’
Nûman Kûrtûlûşê ku careke din weke Serokê Meclîsê hat hilbijartin îşaret bi nîqaşên li ser çareseriya pirskirêka Kurd kir û wiha axifî: “Pirsgirêka me ya herî girîng zimanekî siyasî yê muzakereyê ye, pewistî bi derbaskirina vê yekî heye û her kes hem fikire ku pirskirêka Kurd mijareke ku divê Tirkiye çareser bike ye. Ev mijar di heman demê de meseleya Tirkiyeyeke demokratîk e.’’
Encama Hilbijartinê
Parlamenterê Stenbolê yê AKP’ê Numan Kurtulmuş 329, Parlamenterê Artvînê yê CHP’yê Ugur Bayraktutan 118, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Osman Cengîz Çandar 18, Parlamenterê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Mustafa Cîhan 26, Parlamenterê Samsunê yê Partiya Yenî Yolê Mehmet Karaman 26 deng standin. Dengek vala hat avêtin û 11 deng nederbasdar hatin qebûlkirin.