Li Welatên Başûr û Rojhilatê Asyayê di lehiyê de 291 kes mirin

Welatên li Asyaya Başûrrojhilat bi baranên zêde û bobelatên lehiyê re rû bi rû ne. Li gorî daneyên dawiyê, li Tayland, Sri Lanka û Endonezyayê herî kêm 291 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rewşa herêmên başûrê Taylandê gelekî krîtîk e.

Li eyaleta Songkhlayê kapasiteya morgan tije bûye û li seranserê welêt 145 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Hat Yaiyê ji ber lehiya zêde gelek welatî derketin ser banên xaniyên xwe li bendê man ku keştî wan rizgar bike.

Li rojavayê Girava Sumatra ya Endonezyayê jî ji ber lehî û hezazan herî kêm 90 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî winda ne.

Bahoza tropîkal a bi navê ‘’Ditwah’’ a li Sri Lankayê jî  bû sedema baranên zêde û çêbûna hezazan.

Hate ragihandin ku 56 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 21 welatî jî winda bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye