Parlamenterê Îzmîrê yê ya CHP'ê Yuksel Taşkin, di bernameyeke televizyonî de, der barê partiya siyasî ya nû de ku Ozgur Ozel ragihandibû, hin agahiyên girîng da.
Yuksel Taşkinê der barê hejmara parlamenteran de ku di çarçoveya têkiliyan de gihîştine wan, parve kir.
Taşkin got:
“Li gorî tespîtên ku me bi hevalên xwe re kirine, heta niha gihîştine 94 kesî.”
Her wiha der barê navê partiyê de jî nirxandin kir û anî ziman ku tê payîn navê ku di raya giştî de tê bikaranîn, bê parastin.
Yuksel Taşkın ev gotin bi kar anîn:
“Ji ber ku navê ‘Yeni Parti’ di raya giştî de cih girtiye, bi gengeziyeke mezin xuya ye ku dê bi wî navî berdewam bike.”
Di CHP'ê de pêla îstîfayê: Nêzî 400 endam veqetiyan
Piştî ku Ozgur Ozel daxuyand dê partiyeke nû ya siyasî ava bike, veqetîna ji endamtiya CHP’ê zêdetir bû.
Li gorî çavkaniyên partiyê, di saetên yekem de nêzî 400 hezar endamî îstifa kirine, lê gelek kesên ku xwestine bi rêya e-Devletê endamtiya xwe betal bikin, ji ber qelebalixiya sîstemê nekarîne karûbarên xwe bikin.
Hejmara endamên CHP'ê di mehên dawî de kêm bû
Hejmara endamên CHP’ê di meha Çileyê 2026’an de wekî 1 milyon û 922 hezar û 757 hatibû tomarkirin.
Piştî ku di 21’ê Gulana 2026’an de bi biryara betalkirina teqez serokatiya giştî ya Ozgur Ozel bi dawî bû, hejmara endamên partiyê 42 hezar û 784 kes kêm bû.
Di meha Tîrmeha 2026’an de hejmara endamên CHP’ê daket 1 milyon û 879 hezar û 973 kesî.
Piştî axaftina xatirnameyê ya Ozgur Ozel a di civîna koma Meclisê de, pêleke nû ya îstifayê dest pê kir.
Tê payîn îstîfa dewam bikin
Çavkaniyên CHP’ê diyar kirin ku veqetîna ji endamtiya partiyê berdewam dike û tê payîn ku hejmara îstifayan di pêvajoya li pêşiya me de bêtir zêde bibe.