Li başûrê Libnanê ev du roj in artêşa Îsraîlê dest bi vekişîna ji hin bajarokan kiriye.
Duh jî, medyayên Libnanî eşkere kiribûn ku piştî vekişîna hêzên Îsraîlê ji bajarokê Zewtereyê, artêşa Libnanî li wî bajarokî belav bû.
Îro û piştî belavbûna hêzên Libnanî li bajarokê Zewtereyê, Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam li wî bajarokî daxuyaniyek da.
Newaf Selam diyar kir ku Beyrût dixebite ku hêzên Îsraîlê ji tevaya axa xwe derxin û ev tişt anî ziman:
“Em ê di vekirina rêyan, rakirina kavilan û dabînkirina xizmetên bingehîn de berdewam bikin, da ku gelê me karibe bi ewlehî û bi rûmet vegere mal û gundên xwe."
Vekişîna artêşa Îsraîlê ji hin bajarokên başûrê Libnanê, piştî serdana Serokmarê Libnanê Cozêf Ewn a ji bo Washingtonê dest pê kir.
Meha borî, di bin çavdêriya Amerîkayê de, di navbera Libnan û Îsraîlê de, peymaneke çarçoveyî hat îmzekirin.
Hin bendên peymana çarçoveyî li çend bajarokên Libnanê ku wekî herêmên tecrubeyê hatin desnîşankirin, wê artêşa Îsraîlê dest bi vekişînê bike.
Li gorî peymanê, piştî vekişîna hêzên Îsraîlê ji wan çend bajarokan, artêşa Libnanê jî neçar e ku Hizbullah di "herêmên ceribandinê" yên destnîşankirî de bêçek bike.
Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê ev peyman wekî tune û bênirx bi nav kir û danîna çakan red kir.