Hêzên YRK'ê baregehek Îranê têk bir

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê li gundekî navçeya Sewlawe yê Rojhilat Kurditsanê li baregeha supayê pasdaranê Îranê ya bi navê ‘Osman Firîşte’ xistin û paregeh têk birin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê hêzên YRK'ê yên ser bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî Baregeha Firîşte ya ser bi gundê Digaga ya navçeya Sewlawe çalakiyeke xurt lidar xistiye.

Li gorî heman çavkaniyê gerîlayên YRK'ê bi qasî du demjimêran baregeh xistine bin kontrola xwe û gelek çekên giran (doçka, hewan) tune kirin.

Li aliyê din jî hinek wesayîtên leşkerî jî têk birine.

Hate ragihandin di encama şer de bê ku ziyan bigihêje, hêzên YRK'ê ji herêmê vekişiyane.

Her wiha li ser encama kuştî û birîndarên hêzên dewleta Îranê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye