Şandeyeke ji Dem Partiya Stenbolê piştî biryara “Butlana Mutlaq” çû serdana CHP’ê.
Serdan, di saetên nîvro de li avahiya CHP’ê ya Stenbolê pêk hat.
Şandeya ku ji hevserokên DEM Partî ya Stenbolê û rêvebirên partiyê pêk dihat, ji aliyê CHP’yîyan ve hatin pêşwazîkirin.
Ozgur Çelîk: Em ê li 39 navçeyên stenbol’ê meşan li dar bixin û daxuyaniyan bidin
Piştî hevdîtinê, serokê CHP’ê yê Stenbol’ê Özgür Çelîk û Hevseroka Dem Partiyê Afîfe Çinar daxuyanî dan.
``Em ê jî bi awayekî hemwext di saet 20.30 (Heşt û nîvanên êvarê de) li 39 navçeyên Stenbol’ê meşan li dar bixin û daxuyaniyan bidin.``
Afîfe Çinar: Em ê têkoşîn û hevgirtina ji bo demokrasiyê bidomînin
Afîfe Çinar jî diyar kir ku ew di demên dîrokî re derbas dibin û got:
``Em vê biryarê napejirînin.``
Çinar diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.