Şandeya Îmraliyê di serdanên xwe de bi Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Figen Yüksekdag, bi hevşaredarê berê ya Bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel re hevdîtin kirin.
Şande piştî hevdîtinên xwe daxuyaniyeke nivîskî parvekir.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku hevdîtin bi giranî bi nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê re derbas bûye û wiha berdewam kir:
"Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag piştgiriya vê pêvajoyê kirin û gotin; 'Daxwaza me azadiya hevalê me ye'."