Li gorî çavkaniyên xwecihî, koçberên Ereb di saetên siharê de bi wesayîtên zirhî yên Hummer yên artêşa Iraqê ketine herêmê.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê nehiştine cotkarên Kurd bikevin nava erdê xwe û bi piştgirya hêzekî leşkerî ya mezin cotkaran ji erdê wan derxistine.
Her wiha çavkaniyên xwecihî got ku tevî hebûna derdorên siyasî yên Kurd ên li Kerkûk û Bexdayê jî tu piştgirî ji bo cotkarên Kurd nayê dayîn û pirsgirêka bi salane nayê çareserkirin her ku diçe kûrtir dibe.