Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê peyamek weşand.
YPJ`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em bi hatina bihara gelan re, Newroza ku sembola vejîn û serhildanê ye û Cejna Remezanê ya mûbarek, di serî de li malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr pîroz dikin."
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin, diyar kir ku Newroz ne tenê pîrozkirina hatina baharê ye, di heman demê de serîrakirina li dijî zilma Dehaqan e û wiha lê zêde kir:
"Çawa ku Kawayê Hesinkar bi çirûska agirê Newrozê tarîtiya serdemê parçe kir û mizgîniya roja nû da mirovahiyê, îro jî em wek hêzên YPJ’ê ji bo parastina mirateya berxwedanê li dijî Dehaqên modern ên sedsala 21’an bê navber têdikoşin."
YPJ`ê Cejna Remezanê li hemû gelê xwe pîroz kir û ev peyam da:
" Ev rojên pîroz derfeta herî mezin in ku em nirxên wekî edalet, wekhevî û parvekirinê di nav civakê de geş bikin.
Taybetmendiya herî mezin a şoreşa me ew e ku hemû bawerî, çand û rengên cîhanê di bin banekî azad û demokratîk de digihîjin hevdu."
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin di dawiya daxuyaniya xwe de got:
" Em ê agirê azadiyê yê ku bi xwîna şehîdên me hatiye geşkirin li her devera gerdûnê geş bikin û li dijî her cûre dagirkerî û tarîtiyê, bibin ronahiya siberojên azad û bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin."