Li Hewlêrê agir bi benzînxaneyekê ket

Li benzînxaneyekê, li taxa Fermanberan a Hewlêrê şewatek mezin derket, lê heta niha sedem û ziyanên agir nehatiye diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê agir bi benzînxaneyekê ket û di demeke kurt de belav bû.

Li gorî agahiyên destpêkê, karmendên benzînxaneyê saxlem in, lê çend kes birîndar bûne.

Tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina agir, gihiştin cihê bûyerê û xebat dan destpêkirin.

Ew agir ew qasî mezin bû ku zirar gihand qadeke bi qasî 500 metrî li derdora xwe û otomobîlek bi temamî şewitî.

Ji ber cihê bûyerê taybet bû ji bo firotina benzîn û sotemeniyê, ev yek bû sedem ku agir bi lez belav bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye