Narîn Guran zaroka 8 salî ku di 21'ê tebaxa 2024'an de, li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û piştre cenazeya wê di 8'ê îlonê de, di nava çemê binê gund de, hatibû dîtin.
Rapora otopsî û encamên DNA’yê yên hatine girtin, der barê kujer kî ye de, tiştek nehat bidestxistin.
Di doza qetilkirina Narînê de, 15 kes ji ber sûcê veşartina sûcdaran hatin darizandin.
17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê di 30'ê gulanê de, biryara xwe ragihand û ji bo tevahiya bersûcên ji ber vî sûcî hatine darizandin, biryara cezayê girtîgehê da.
Dadgehê, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû dotmama Narînê, Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran û jinmama wê Maşallah Guran û biryara domandina rewşa girtî dabû.
Di doza Narîn Guran de ti bersûcên girtî, neman
Daîreya 7'an a Dadgeha Edliyê ya Herêma Amedê, herî dawiyê ji bo her 3 kesan biryara derketinê da.
Bi vê biryarê re, di vê dosyayê de tu bersûcên girtî, neman.
Narîn Guran di tebaxa 2024`an de hatibû kuştin
Narîn Guran ku piştî 19 rojan cenazeya wê hatibû dîtin, li gorî rapora otopsiyê hat teşxîskirin ku bi xeniqandinê hatiye qetilkirin.
Tevî ji zêdeyî 90 mînakên DNA ku hatine girtin, di bedena wê de belge derneket û piştre cenazeyê Narînê li gundê wê hat binaxkirin.
Di bûyera ku ji aliyê civakê ve xwedî lê hat derketin, bi dîtina cenazeyê Narînê re ji endamên malbatê nêzî 25 kes hatin binçavkirin.
Endamên malbatê yên ku hatine binçavkirin, îdîa kirin ku di bûyerê de tu berpirsyariya wan tune ye.
Bersûcek li xwe mikur hat û got mamê Narînê ew kuştiye
Di danişîna yekem de a dosyayê ku roja 7’ê Mijdarê, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin, Navzat Bahtiyar itîraf kir.
Navzat Bahtiyar ê ku li heman gundî dijî, li xwe mukir hat ku bûyer mamê wê Salim Guran kiriye û jê xwestiye ku cenaze parçe bike û tune bike.
Nevzat Bahtiyar da zanîn ku ji bo sûc bigire ser xwe, malbata Guran pêşniyara baxçe û pere ji wî re kirine.
Li gorî danişînên ji bo dosyaya Narînê, xuya ye ku dewleta Tirk piştgiriya malbata Guranê dike, ji ber ku di dosyaya qetilkirina Narînê de, tu belge nehatin tesbîtkirin û etmosferek ava kirin ku tenê bersûc Nevzat Bahtiyar be.
Dewleta Tirk tevahiya bersûcên kuştina Narînê ji zindanê derxist
Bi biryara Daîreya 7'an a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê jî ku 3 bersûc serbest berdan, derdikeve ku qatilên zarokan bi tayetî jî qatilên Narînê ji aliyê dewleta Tirk ve nayên cezakirin.
Li gor Navenda Mafê Zarokan ya FISA`yê, ji sala 2022’an heta niha herî kêm 133 zarok di encama tundiya di nava malê de, komkujiyên zarokan, yan jî ji ber mirinên bi guman jiyana xwe ji dest dane.
ÇÎM: 14119 dozên êrîşkirina ser zarokan hatine tomarkirin
Der barê zarokên rastî êrîşên zayendî hatine, Navenda Şopandina zarokan (ÇÎM)`ê li Tirkiyê, eşkere kir ku hejmara dozên êrişa zayendî ku li dadgehan tên dîtin 14 hezar û 119 ye.
Ev kiriyarên li dijî zarokan, nîşan didin ku qetilkirina Narîn Guran ne ya yekem e û li Tirkiyê der barê qetilkirina zarokan de, krîzek tê jiyîn.
Bîlançoyên ku hinek saziyan eşkere kirine jî, tabloya xeternak a ku Tirkiyê di nav de ye derdixe holê.