Ew teqîn,roja Înê li Kargehekê li bajarokê Baxnord qewimî. Kargeh girêdayî Şîrketa Accurate Energetic Systems e, ku teqemeniyan ji bo armancên leşkerî çêdike.
Şîrketa Accurate Energetic Systems da xuyakirin ku teqîn "qezayek trajedîk" e.
Berpirsê Buroya Alkol, Titûn, Çek û Teqemeniyan Bryce Makracken anî ziman ku roja şamiyê, rayedar " nêzîkî destnîşankirina çavkanî û sedema vê teqînê nebûne.
Bryce Makracken destnîşan kir ku divê Qeza hatibe çêkirin û diyar kir ku eşkerekirina rastiyê dibe ku çend roj, hefte an mehan, berdewam bike.